HSD′ê teroristekî DAIŞ′ê li gundewarê Dêrazorê girt

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, hêzên wan endamekî DAIŞê li gundewarê Dêrazorê girt.

Navenda Ragihandinê ya HSDê di daxuyaniyekê de ragihand, hêzên wan wan ên Komandos di operasyonekê de, endamekî DAIŞˊê yê bi navê Amir Ebûd Îbrahîm (Ebû Ebîr) li bajarê Şihêl ê rojhilatê Dêrazorê girt.

Li gorî daxuyaniyê, wî endamê DAIŞê bi mîrekî DAIŞê re kar dikir û di dabînkirina çek û cebilxaneyê ji şaneyên DAIŞˊê re dixebitî, her wiha belgeyên sexte yên wek nasname û pasportan jî ji çekdar û endamên DAIŞê re peyda dikirin.

HSDê bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ji Adara 2019an ve, piştî kontrolkirina bajarokê Baxozê, dest bi qonaxa dûvçûn û lêgerîna li şaneyên DAIŞê yên razayî kiriye.