“Kurdên li Stenbolê ji ber bilindbûna helawsanê nikarin debara xwe bikin”

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Stenbol, Bajarê herî qelebalix yê Tirkiyê ye. Nêzîkî 19 milyon mirov li vir dijîn. Ji 19 milyonan 7 milyon Kurd in. Kurd ji bo jiyaneke xweş û derfetên kar koçî Stenbolê dikin. Di van demên dawî de ev koç kêm bûye. Sedem ew e, jiyana li Stenbolê buha ye. Li Stenbolê lêçûna malbateke 4 kesan a mehane 50 hezar lîre ye.

Rojhat Ortam ê 18 salî ji Wanê Koçî Stenbolê kiriye û li vê derê di karê înşaatê de dixebite, diyar dike ew ji bo piştgiriya aborî ya malbata xwe hatiye vê derê û destnîşan kir, mûçeyê wî, têra lêçûnên wî jî nake.

Xebatkarê Înşaatê Rojhat Ortam dibêje: “Ez 2 sal berê hatim Stenbolê û ji ber ku li herêma me derfetên kar tunebûn, min dest bi înşaatê kir. Mûçeya ku em distînin li hember enflasyonê zêde têra me nake. Min berê debara malbata xwe dikir, lê êdî nikarim debara xwe jî bikim. Min dixwest vegerim, lê li Wanê derfetên kar tune ne.”

Hikmet Kara beriya çend salan koçî Stenbolê kiriye û karê dikandariyê dike, yek ji wan kesan e ku enflasyon bandor lê kiriye û dibêje ew nikarin bac û kirêya xwe bidin.

Hikmet Kara dibêje: “Bandoreke gelek xirab li me kir. Êdî xelkê nikaribû kirêya xwe û baca xwe bide. Wekî din, em nikarin tiştek bi xwe re bibin malê. Xelk perişan e. Li vê deverê gelek dikan hebûn û niha hemû hatine girtin. Helbet hikûmetê tu piştgiriyek neda me. Bi taybetî di nav Kurdan de gelek pirsgirêk hene.

Gelek bazirganên Kurd ên koçî Stenbolê kirine û karê dikandariyê dikin, ji ber zehmetiyên aborî karkeran ji kar derdixin. Piraniya karkerên ji kar hatine derxistin vedigerin bajarên xwe. Li gorî lêkolînekê, di 5 salên dawî de 2,2 milyon kes ji Stenbolê koç kirine.