Ji ber barîna berfê li dibistanên parêzgeha Urmiyê betlane hat ragihandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Rojhilatê Kurdistanê barîna berf û baranê berdewam e û ji ber barîna berfê, dibistandên seretayî li navenda bajarê Urmiyê û çend deverên wê parêzgehê hatin girtin û bû betlaneya fermî.

Rêveberiya Giştî ya Perwerdeyê ya Parêzgeha Urmiyê ragihand, ji ber barîna berfê û bahozê, îro proseya xwendinê li dibistanên seretayî yên navenda bajarê Urmiyê û çend deverên wê parêzgehê hatiye rawestandin.

Pêşbîniya keşûhewayê pêşbînî dike ku li parêzgehên Urmiye, Sine, Îlam, Kirmaşan û Loristanê yên Rojhilatê Kurdistanê û çend parêzgehên din ên Îranê, berf û baran bibare û bahoz berdewam be. Ji ber vê yekê “rewa pirteqalî” hat ragihandin û hişyarî ji welatiyan re hat dayîn ku neçin deverên çiyayî.

Serokê Heyva Sor a Îranê Babek Mehmûdî ragihand, heta îro saet 06.00’an tîmên wan li 14 parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê alîkariya 6 hezar û 700 kesî û 600 wesayîtan kirine.