Danûstandinên Iraq û Amerîkayê ji bo bidawîkirina erkên Hevpeymaniya Navdewletî dest pê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Nivîsgeha Sûdanî ragihand, bi serperiştiya Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, gera yekem a danûstandinên Iraq û Amerîkayê ji bo bidawîkirina erkên hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê dest pê kir.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî di nava vê mehê de di panelekê de li Korbenda Aborî ya Cîhanî li Davosê de gotibû; “Niha hêzên Iraqî şiyana wan a parastina ewlehî, aramî û serweriya xwe heye, lewra dem hatiye ku erkên hêzên biyanî li Iraqê bidawî bibin, ku ji bo şerê DAIŞê hatibûn.”

Ji aliyekî din ve, Wezîrê Berevaniyê yê Iraqî Sabit Mihemed Ebbasî roja Pêncşema borî gotibû, civînên bi hêzên hevpeymanan re dê di rojên pêş de dest pê bikin, ji bo diyarkirina dema vekişîna wan ji Iraqê.

Ebbasî got jî: Peywendîyên Iraq û Amerîka û hevpeymanên wê di warên cuda yên sîyasî, aborî, çandî, ewlekarî û serbazî de, dê bên avakirin.

Destpêkirina danûstandinên di navbera Iraq û Amerîkayê de, piştî tundbûna êrişên grûpên milîsên iraqî li ser vinke û baregehên Hevpeymaniya Navdewletî li Iraq û Sûriyê tê, ku ji nîvê Cotmeha 2023an vir ve zêdetirî 160 êrîş li dijî hêzên biyanî pêk anîne û daxwaza vekişîna hêzên Amerîkî û hevpeymanan ji Iraq, Sûriye û navçeyê dikin.