Îlgezdî dest ji CHPê berda: Kurd û Elewî ji CHPê tên dûrxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Şaredarê bajarokê Ataşehîrê yê Stenbolê yê CHPê dest ji partiya xwe berda û ragihand, “Kurd û Elewî ji CHPê tên dûrxistin.”

Şaredarê bajarokê Ataşehîrê yê Stenbolê yê CHPê Battal Îlgezdî bi civîneka rojnamevanî dest ji partiya xwe berda.

Îlgezdî amaji wê yekê kir, ew bi hinceta ku nikare di hilbijartinê de serkeftî bibe nehatiye berbijêrkirin. Lê rastî ne ev e. Rastî ew e, Kurd û Elewî ji CHPê tên dûrxistin û lobiyeka siyasetmedarên ji Herêma Deryaya Reş ji bo xwe kar dikin. 

Îlgezdî got: “Ez bi zelalî dibînim ku kesên Kurd û Elewî ji CHPê tên tasfiyekirin. Em dibînin ku li Stenbolê lobîyeka ji Herêma Deryaya Reş herkes dibin berbijêrê şaredariyan. Ka bijmêrin ku çend Tarbzonî hene. Piştî îro em ê li meydana siyasî bi van kesan re rûbirû bibin.”