DEM Partî mijara namzdeya Başak Demirtaş yekalî nekiriye

kurdistan24.net

Enqere (K24) – Li Tirkiyê berev bi nêzîkbûna hilbijartinên Şaredariyê yên adara 2024an mijara ku dê Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) li Stenbolê Başak Demîrtaş yan jî namzeda xwe derxe yan na cihê meraqê ye. Derbarê vê mijarê de rayedarên DEM Partî dibêjin mijar nehatiye zelalkirin, lê belê li gorî şarezayan li ser Stenbolê DEM partî û CHP rêyên hevkariyê digerin dibe DEM Partî namzed nîşan nede.

Li Tirkiyê partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) li ser daxwaza Başak Demîrtaş, hevjîna hevserokê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş ku gotibû ez dixwazim bibim namzeda Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê, Lijneya Birêvebir a Navendî kom kir. Piştî civîna du rojan peyvdara DEM Partî Ayşegul Dogan daxuyaniyeke çapemeniyê da û got di lijneya wan de ev mijar hêj nehatiye nirxaandin û ji bo çend bajaran li gel partiyên siyasî hevdîtinên wan didomin.

Peyvdara DEM Partî Ayşegul Dogan got: “Ji bo Stenbol, Mêrsîn, Hatay, Mugla, Qers û Edeneyê  xebatên me didomin hê. Lê hê ev xebatên ku em didomînin ev hevdîtinên ku em dikin me got em li hevkirina bajaran bikin vê carê ji bo vê jî hîn hevdîtin jî çêdibin hê negihiştine vê astê em ji rayagiştî re parve bikin.”

Şirovekarên siyasî jî dibêjin DEM Partî li ser du mijaran bi CHPê re rêyên lihevkirinê nîqaş dike û bi egereke zêd dê namzede xwe nîşan nede.

Parlementerê Berê yê CHPê Atîlla Kart dibêje: “DEM Partî behsa lihevkirina bajaran namzedê CHPê yê Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî behsa tifaqa bajaran dike ev her du têheg jî girîng in û hev du temam dikin. Ji ber vê çendê jî Dem Partî û CHP ji bo endamên şaredariya bajarê mezin ya Stenbolê û li ser çend şaredariyên navçeyên stenbolê rêyên lihevkirinê nîqaş dikin. Bigehêjin encamekê dê DEM Partî li Stenbolê namzedê xwe diyar neke.

Di hilbijartinên şaredariya sala 2019an de HDP ku niha navê xwe kiriye DEM Partî ji bo ku deshilat wenda bike piştevaniya CHPê kiribû û 11 bajar ketibûn destê CHPê. DEM Partî dibêje ew ê ji o serkeftina xwe li her derê namzedên xwe nîşan bidin. Lê bele piposr amaje pê dikin ku Stenbolê û çend bajarên din DEM Partî vê careke din piştevaniya CHP bike.