Rêbaz Hemlan: Armanca grûpên çekdar û hin welatên cîran têkbirina Herêma Kurdistanê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dibêje, armanca grûpên çekdar û hin welatên cîran ji êrişên xwe yên li ser Herêma Kurdistanê û jêrxaneya wê ya aboriyê têkbirina qewareya Herêma Kurdistanê ya destûrî ye.

Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Rêbaz Hemlan ji K24ê re ragihand, hemû hewlên li Iraqê û hin welatên cîran ew e qewareya Herêma Kurdistanê ya destûrî nemîne, di demekê de ku Herêm berhema şehîd û qurbanîdana gelê Kurdistanê ye.

Hemlan got, hin parlamenterên Kurd ên jî Iraqê bûne hokar û handana neyarên Herêma Kurdistanê ku êrişî siyaset, aborî û paşeroja Herêma Kurdistanê bikin.

Alîkarê Serokwezîr amaje bi wê kir, tevî hemû dijayetiya li hember Herêma Kurdistanê ya ji aliyê Bexdayê ve. Lê Herêma Kurdistanê hemû erkên xwe bi cih anîne, lê Iraqê ti bersiveke erênî nedaye Herêma Kurdistanê.

Bal kişand ser wê yekê jî, tevî hemû astengî û kêşeyên li pêşiya Herêma Kurdistanê, lê Kurdistan roj bi roj geştir û avedantir dibe. Niha jî bi mûşek û dronan, jêrxaneya aborî û enerjiyê ya Herêma Kurdistanê dikin armanc.

Da zanîn jî: “Iraqê hertim dibêje Herêma Kurdistanê beşek ji Iraqê ye, lê eger beşek ji Iraqê ye çima mûçe û mafên xelkê Herêma Kurdistanê naşîne? Tekez kir jî, arîşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, ne tenê mijara petrolê û mûçeyan e, belkû ew Herêma Kurdistanê weke qeware nemîne.

Alîkarê serokwezîr her wiha pêwîst dît ku hikûmeta Iraqê bi cidîtir kar ji bo nehiştina êrişên derve û navxweyî yên li ser Herêma Kurdistanê bike. Her wiha got: “Derxistina daxuyaniyekê, yan avakirina komîteyeke lêkolînê tenê têrê nake, divê hikûmeta Iraqê li hember van êrîşan helwesteke pratîkî nîşan bide.”