Tekstîla li Diyarbekir û navçeyên wê ji sedî 35 bipaş ketiye

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ku di qada hilberîn û hinardeya tekstîlê de li cîhanê di rêza 5emîn de ye, di van salên dawî de hêza xwe kêm kiriye. Li gorî rayedarên qada tekstîlê yên Diyarbekirê radigihînin, ji ber zêdebûna buhayan û rewşa aborî ya Tirkiyeyê, rêjeya giştî ya tekstîlê ji sedî 70 paşve çûye.

Di qada hilberîn û hinardeya berhemên tekstîlê de rewşa Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, ji ber bandorên zêdebûna nirxê dolarî û rewşa enflasyonê, bi paş dikeve. Li gorî amarên salane, di sala 2022yan de bi 12.9 milyar dolaran hinarde hatibû kirin lê ev rêje di sala 2023yan de daket bin 10 milyar dolaran. Rêveberên qada tekstîlê yên Diyarbekirê radigihînin ku ji bilî kargehên ku markaya xwe derdixin, rewşa yên din qet nebaş e.

Rêveberê Kargeha Tekstîlê Îhsan Ogurlu ji K24ê re got: “Markayên ku ji Ewropa, ji Amerîka û Brîtanyayê hatibûn Tirkiyeyê û kar dikirin, ji ber ku lêçûn gelek zêde bûne; ji ber ku mûçeya herî kêm, bac, sîgorta, mazot û kehrebe zêde bûye berê xwe dan Bangladeş, Misir, Ozbekistan û Fasê; li wê derê hilberînê dikin. Ji ber vê yekê jî tekstîl ji sedî 70 bi paş ketiye. Duh min ji navçeyekê pirsî; 85 atolye hebûne û niha tenê 8 jê dixebitin.”

Bingeha Herêma Pîşesaziya Tekstîlê ya Diyarbekirê, di sala 2016an de hatibû danîn û niha jî 55 kargeh di vê qadê de kar dikin. Bendewariya ji vê qada tekstîlê ew bû ku 15 hezar kes bên xebitandin lê niha tenê 5 hezar kes dixebitin. Amar jî nîşan didin ku li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rêje ji sedî 70 bi paş ketiye û ji vê rêjeyê ji sedî 35 jê paşketina Diyarbekir û navçeyên wê ne.

Xebatkar Tekîn Canturk dibêje: “Rewşa me dê gelek xirab bibe. Jixwe ji ber ku berê derfetên kar tunebûn, xelkê me yê Diyarbekirê her dem li paş bû. Dema li vê derê qada tekstîlê hat vekirin, piraniya Kurdên ku li bajarên Tirkiyeyê dixebitîn, vegeriyan ser axa xwe. Ez ji sala 1996an ve li bajarên Tirkiyeyê di nav karê tekstîlê de me lê niha li warê xwe dixebitim. Heger rewş hinekî din jî bi paş bikeve, dê xelkê me neçar bibe ku car din berê xwe bide bajarên din.”

Di Qada Pîşesaziya Tekstîlê ya Diyarbekirê de armanc ew e ku Diyarbekir bi berhemên xwe bikeve nav markayên cîhanî. Lê niha ne tenê li Diyarbekirê; li hemû Bakurê Kurdistanê, hebûna tekstîlê di bin metirsiyê de ye.