Sefîn Dizeyî: Serdana şandên biyanî bo Kurdistanê nîşana serkeftinên mezin ên hikûmetê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî dibêje, serdana şandên biyanî bo Herêma Kurdistanê, nîşana serkeftinên mezin ên hikûmetê ye. Herwiha got: “Em hewl didin bi qasî ku bikarin veberhênerên biyanî bînin Herêma Kurdistanê.”

Sefîn Dizeyî di panêlekê de di Sêyemîn Konferansa Nûneratiyên Hikûmetê li Hewlêrê de ragihand, wan bi riya Fermangeha Pêwendiyên Derve re, hewl daye ku konsulxane û balyozxaneyan derbarê êrişên li ser Herêma Kurdistanê agahdar bikin.

Li gor Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve, hewlên wan ên li gel konsulxane û balyozxaneyan, bandoreke xwe hebûye û hinek welatên li ser asta Wezareta Derve jî êrîşên li ser Herêma Kurdistanê şermezar kirine.

Sefîn Dizeyî da zanîn, ew hewl didin bi rêya konsulxaneyan zêdetir sermayedarên biyanî bikşînin Herêma Kurdistanê. Herwaha got: “Serdana berpirsên pilebilind ên welat bo Herêma Kurdistanê, nîşaneya serkeftinên mezin ên hikûmet û gelê Herêma Kurdistanê ye.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Sefîn Dizeyî got: “Beşdarbûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di Konferansa Davosê de û hevdîtina bi çendîn şandên bilind ên cîhanê re, nîşana wê yekê ye ku Herêma Kurdistanê li gel welatên biyanî weke beşek ji Iraqê, taybetmendiya xwe heye.”

Amaje bi wê jî kir, “Berê xwendekarên me yên li Herêma Kurdistanê nedikarîn biçin derveyî welat ji bo bixwînin, lê niha em kêfxweş in ku her sal bi sedan ciwanên welatê me ji bo xwendina bilind (master û doktorayê) diçin derve.”

Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve got jî: “Her çend e Herêma Kurdistanê beşek ji Iraqê ye, lê di pirs û hevkêşeyên herêmê de, aktoreke sereke ye.”

Herwiha got: “Hewldanên ofîsa Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo firotina berhemên navxweyî, gaveke gelek baş e û divê berfirehtir bibe. Ji ber ku eger di paşerojê de kabîneya wezîran hat guhartin jî, ev prose dê berdewam be.”