Hewlêr û Bexda li ser bihayê berhemanîna petrolê lihev dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê li ser nirxê berhemanîna petrolê li hev kirine, lê heta niha danûstandin li ser nirxa veguhestina petrola Herêmê berdewam in.

Li gor zanyariyên ku ketine destê Kurdistan24ê, Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser 20.6 dolaran bo lêçûna berhemanîna her bermîlek petrolê lihev kirine.

Li gorî agahiyan, heta niha Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê li ser nirxê veguhestina petrolê negihîştine rêkeftinekê û danûstandin berdewam in.

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên di çarçoweya Korbenda Davosê de ragihandibû, Hewlêr û Bexdayê rêkeftineke nû derbarê pirsa petrolê û kêşeyên hilawîstî yên di navbera xwe de de îmze kirine, ji bo destpêkirina hinartina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyê re.

Fuad Husên got jî: “Em çaverê dikin ku di demek nêzîk de proseya hinartdekirina petrola Herêma Kurdistanê ji nû ve dest pê bike.”

Ji 25ê Adara 2023ê ve hinardekirina petrola Kurdistanê bi rêya bendera Ceyhanê ya Tirkiyê re rawestandiye. Bexda, Hewlêr û Enqere ji bo destpêkirina hinardekirina petrolê danûstandinan dikin.