Konsulê Amerîkayê: Em êrîşên li ser Hewlêr û Kormorê bi tundtirîn awa şermezar dikin

Mark Stro
Mark Stro

Navenda Nûçeyan (K24) – Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê Herêma Kurdistanê radigehîne, “Ez serexweşiya welatê xwe ji bo qurbaniyên êrîşên hovane yên Îranê li ser Hewlêrê radigehînim”. Herwesa got, “Ez êrîşa li ser Zeviya Gazê ya Kormorê jî şermezar dikim”.

Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê Herêma Kurdistanê Mark Stro îro (Yekşem, 28.1.2024) serdana qezaya Şêxanê kir û di konfiranseka rojnamevanî de ragehand ku, welatê wî êrîşên li ser bajarê Hewlêrê û Zeviya Gazê ya Kormorê li parêzgeha Silêmaniyê bi tundtirîn awa şermezar dike.

Stor got, “Welatên Yekgirtî yên Amerîkayê êrîşên nemerdane û tirsinokane yên Îranê li ser mala Şehîd Pêşrew Dizeyî bi tundtirîn awa şermezar dike û serexweşiyê li qurbaniyan dike”.

Herwesa ragehand, “Ew êrîş binpêkirineka eşkere ye li ser serweriya axa Îraqê û em bi berpirsên Hewlêr û Bexdayê re di peywendiyê de ne ji bo ku bi baştirîn awa bersiva wan êrîşan bê dan”.

Herwesa got, “Em bi eynî awayî êrîşa li ser Zeviya Gazê ya kormorê li parêzgeha Silêmaniyê jî bi tundî şermezar dikin”.

Navbirî amaje jî da, “Êrîşkirina li ser cihên sivîl ên wekî Zeviya Gazê ya Kormorê, ku ji bo bi hezaran welatiyan çavkaniya dabînkirina karebayê ye, xasma di werzê zivistanê de qebûlkirî nîne”.

Paştir Konsulê Amerîkayê amaje da piroje û karên welatê xwe ji bo penaber û awareyan li Herêma Kurdistanê û çalakiyên xwe yên ku di dema serdana xwe de kirine.

Roja Duşemê, 15.1.2024, bi moşekên Balistî êrîşî Hewlêrê hat kirin û welatiyên sivîl hatin armanckirin, di encamê de çar kes şehîd bûn û şeş kesên din jî birîndar bûn ku yek ji wan şehîdan zarokeka 11 mehî bû.

Herwesa roja Pêncşemê, 25.1.2024, jî bi çend Katyoşayan êrîşî Zeviya Gazê ya Kormorê li Nahyeya Qadirkeremê ya qezaya Çemçemalê hat kirin û şandina gazê ji bo tevaya westgehên  berhemanîna karebayê rawestand û bû sedema kêmbûna zêdetirî 2800 mêgawatên berhemanîna karebayê.