Mesrûr Barzanî êrîşa li ser hêzên Amerîkayê li Urdinê şermezar dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî êrîşa duhî ya li ser hêzên Amerîkayê li Urdinê bi tundî şermezar kir û hevxemiya xwe ligel hikûmet û gelê Amerîkî nîşan da.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 29ê Çileya 2024an peyamek li hejmara xwe tora civakî “X” belav kir û tê de nivîsî: “Bi tundtirîn şêwe êrîşa tirsonek a duhî ya li ser hêzên Amerîkayê li Urdinê şermezar dikim. Di vê dema dijwar de, hevxem im ligel hikûmet û gelê Amerîkayê.”

Duhî 28ê Çileyê di êrîşeke bi dronan de li ser baregeheke Amerîkayê li Urdinê de, 3 leşkerên Amerîkî hatine kuştin û 34 leşkerên din jî birîndar bûbû.

Ji destpêka şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de li Kerta Xezzeyê de, hêz û baregehên Amerîkayê li Rojhilata Navîn rastî êrîşan tên û piştir hejmarek ji leşkeran birîndar bûbûn, lê ev cara yekem e ku leşkerên Amerîkî di êrîşekê de têne kuştin.

Serok Amerîkayê Joe Biden di daxuyaniyekê de komên ku Îran piştgirîya wan dike, bi pêkanîna vê êrîşê tawanbar kir û soz bersivdayênê da.

Biden got: “Hîn em rastiyên vê êrîşê lêkolîn dikin, em dizanin ku ev êrîş ji aliyê komên çekdar ên tundrew ên ku Îran piştgiriya wan dike yên li Sûriye û Iraqê çalak in, hatiye kirin.”