Xwepêşandana xelkê Çemçemalê li dijî êrîşa li ser Hewlêrê dest pê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Xwepêşandaneke mezin îro danê sibê li dijî êrîşa mûşekî ya Pasdarên Îranê li ser Hewlêrê, li bajarokê Çemçemalê dest pê kir.

Xwepêşanderekî ji K24ê re ragihand: “Armanca me ji vê xwenîşandanê, şermezarkirina êrîşa terorîstî ya Pasdarên Îranê ye li ser Hewlêrê, ku di encamê de hejmarek welatiyên sivîl şehîd û birîndar bûn. Em bang li civaka navdewletî û Encûmena Asayîşê dikin ku ji bo rawestandina êrîşên li ser Herêma Kurdistanê gavan bavêjin.”

Xwepêşanderekî din got: “Armanca Îranê tenê ew e ku aramiya Herêma Kurdistanê têk bibe. Tawanbariyên li dijî sivîlên li Hewlêrê ne rast in, ji ber ku komîteya parlamentoya Iraqê û komîteya ewlehiyê ya Iraqê piştrast kirin ku ti bingeheke Îsraîlê tune bû.”

Xwepêşanderekî din jî tekez kir: “Eger Kurd malên xwe birêk bixin û aliyên siyasî yên Kurdistanî yekrêz bin, ti alî nikare êrişên mûşekî li ser Herêma Kurdistanê pêk bîne û zilmê li me bike.”

Xwepêşanderekî din jî got: “Em êrîşa terorîstî ya Supaya Pasdarên Îranê li ser Hewlêra Paytext şermezar dikin, hemû cîhan dizane ku Îran terorîst e, lewma em bang li civaka navdewletî dikin ku van êrîşan li ser xak û welatê me dubare nebin.”

Di çend rojên derbasbûyî de welatiyan çendîn bajar û bajarokên din ên Herêma Kurdistanê xwepêşandan lidar xistin û êrîşa Îranê ya li ser Hewlêrê şermezar kirin ku di encamê de hejmarek welatiyên sivîl şehîd û birîndar bûbûn.