HUDA PAR: Divê Kurd derfeta waneya bijare bikar bînin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Partiya Doza Azad (HUDA PAR) bang li xwendekar û malbatên wan dike ku di dibistanan de Waneya Bijare ya Zimanê Kurdî bibijêrin da ku hem bişaftinê bidin rawestandin û hem jî rê li ber perwerdehiya bi zimanê zikmakî bidin vekirin.

Bi amadekariya Partiya Doza Azad (HUDA PAR) li Diyarbekirê di Navenda Çand û Kongreyê ya Sezaî Karakoç de panelek bi navê “ez zimanê xwe yê zikmakî dihilbijêrim” hat li darxistin. Di panelê de Perwerdekar Hudaî Morsumbul, Parlementerê HUDA PARê yê Êlihê Serkan Ramanli, Akademîsyen Halîl Çîçek û Nivîskar Vahdettîn Înce wek axaftvan beşdar bûn û bal hate kêşan ku waneya bijare ya zimanê kurdî li dijî pergala bişaftinê derfetek girîng e û divê were bikaranîn.

Perwerdekar Hudaî Morsumbul ji K24ê re got: “11 sal in ev derfet destê kurdan de heye, bo xwendin, nivîsîn û fêrbuna zimanê kurdî derfetek girîng e û fermî ye. Ya herî girîng ew e ku dikare bişaftinê bide rawestandin.”

Axaftvanên panelê amaje kirin ku sala borî hijmara xwendekarên bo waneya bijare ya zimanê kurdî serîlêdan kirîn 20 hezar bû û divê îsal herî kêm ev hijmar bibe 100 hezar da ku ev yek bo zimanê kurdî qadên nû jî bide vekirin.

Parlementerê HUDA PARê yê Êlihê Serkan Ramanli dibêje: “Em dizanin ku zarokên me vê waneyê nabijêrin û dema ku em dibêjin çima mamosteyên kurdî nayên peywirdarkirin dibêjin ji berk u waneya zimanê kurdî nayê bijartin mamoste jî nayên bijartin ku em bang li malbatan dikin waneya bijare ya zimanê kurdî bo zarokên xwe hilbijêrin û fêrî zimanê xwe bibin.”

Waneya bijare ya zimanê kurdî bo polên 5,6,7,8ê tê dayîn û xwendekarên ku dixwazin waneya bijare ya zimanê bistînin divê heta 31ê rêbendanê serîlêdanên xwe bikin.