Li Tirkiyeyê careke din bihayê mazotê zêde dibe

Diyarbekir (K24) – Li Tirkiyeyê careke din bihayê mazotê zêde dibe û ji îşev û pê ve lîreyek û 38 quriş tê ser her lîtreyeka mazotê

Herî dawî 19ê vê mehê mazot lîreyek û 15 qurişan hatibû zêdekirin.

Piştî ku bac hatin zêdekirin nirxê lîreyê tirkî dîsa kêm bû û li bazarên cîhanê petrol biha bû, li Tirkiyeyê jî bihayê sotemeniyê rojane zêdetir dibe.

Li gorî agahîyan, ji 29ê çîleya 2024an û pê ve li her lîtreyeke motorînê lîreyek û 38 quriş zêde dibe û digihêje nêzîkî 42 lîreyan.

Piştî vê zêdebûnê her lîtreyeka mazotê li Stenbolê dibe 41.50 lîre, li Enqereyê dibe 42.28 lîre û li Îzmîrê jî dibe 42.49 lîreyên Tirkî.

Dîrokê de cara yekem e ku dê bihayê lîtreya mazotê derkeve ser 42 lîreyî. Dê li Diyarbekirê jî bihayê lîtreya mazotê bibe 43 lîre.