Ziyandîtiyên erdheja Cindirêsa Efrînê di rewşeke nebaş de dijîn

kurdistan24.net

Efrîn (K24) – Ziyandîtiyên erdheja 6ê Sibata 2023an li Efrîna Rojavayê Kurdistanê di rewşeke xirap de dijîn. Ew ji K24ê re behsa rewşa xwe dikin û dibêjin, alîkariyên ku ji wan re tên kirin, gelekî kêm in û hêvî dikin ku rewşa wan baştir bibe.

Roja 6ê Sibata borî, zincîreka erdhejan li deverên Bakur û Rojavayê Kurdistanê û hin navçeyên din ên Tirkiye û Sûriyê rû dan. Navçeya Cindirêsê ya ser bi Efrînê jî ziyaneke mezin dît û bi hezaran xelkê wê neçar man ku di nav çadir û kampan de bimînin.

Kampa Selam a piştî erdhejê li derdora Cindirêsê hatiye avakirin, koçber kesên lê dijîn gazinan ji rewşa xwe dikin û dibêjin ku ti alîkarî bi wan re nayê kirin û di hejariyê de dijîn.

Koçber Hemîde Recep dibêje: “Em ji bin erdhejê derketin. Em hemû birîndar û seqet bûn. Destpêkê em hatin bin çadiran û piştre em hatin vir di karavanan de bicih bûn, rewşa me jî di bin sifirê re ye.”

Zêdetir ji 300 malbatan li kampa Selam dijîn û kesên lê dimînin dibêjin, pêwîstiya wan bi alîkariyan heye, ji ber ku alîkariyên ji wan re tên pêşkêşkirin, gelekî kêm e.

Koçber Rîm Seid Mihemed: “Em li Cindirêsê bi kirê rniştibûn. Di erdhejê de mêrê min birîndar bû. Em di çadiran de bûn û niha em hatin vir di karavanan de rûniştine. Mêrê min nexweş e û 5 zarokên min hene û ti kes alîkariyê bi me re nake.”

Di encama erdheja li Cindirêsê rû daye de û li gorî amarên Odeya Operasyonan, zêdetir ji 1010 kesan canê xwe ji dest dane, 278 avahî bi temamî hilweşiyan, 1100 xanî ziyan dîtine û bi hezaran kes bê cih û war man.