Îsraîlê baregeheke Îranê li Şamê bombebaran kir

Dîmenek piştî bombebaranê
Dîmenek piştî bombebaranê

Navenda Nûçeyan (K24) – Îsraîlê êrîşî baregeheke Supaya Pasdarên Îranê ya li Şamê kir û di encama êrîşê de kuştî û birîndar hene.

Ajansa “Tasnim” a Îranî ragihand, firokeyeke şer a Îsraîlê îro piştî nîvro baregeha şêwirmendên Pasdarên Îranê li bajarokê Seyide Zeyneb ya ser b Şamê ve bombebaran kir.

Ji aliyê xwe ve jî, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, di encama bombebaranê de 7 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.

Ev yek piştî wê tê, Roja 20-01-2024an, artêşa Îsraîlê civîneke serkirdeyên grûpên çekdar ên nêzîkî Îranê li avahiyeke taxa Mezzeh a Şamê kir armanc û tê de 5 kes hatin kuştin ku 4 ji wan berpirsên payebilind ên Pasdarên Îranê bûn.