Aram Mihemed: Çar hezar xwendekar ji bo derveyê welatî hatine şandin

Aram Mihemed Qadir
Aram Mihemed Qadir

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Xwandina Bilind û Lêkolînên Zanistî ragehand, “Şandina xwendekaran ji bo derveyê welatî ji bo xwandinê pêngaveka sitratejî bû, ji bo ku bi destkeftiyên mezin vebigerin û xizmeta welatî bikin”.

Îro, (Duşem, 29.1.2024) merasîmek ji bo pîrozbahiya kandîdên serkeftî yên Herêma Kurdistanê hat kirin, ku navên wan ji zemaleya Lijneya Bala ya Geşepêdana Xwandinê HCED ji bo xwandinê li derveyê welatî vegeriyane.

Wezîrê Xwandina Bilind û Lêkolînên Zanistî Aram Mihemed Qadir di wê merasîmê de ragehand, “Heta niha ji bo pêşxistina welatê me nêzî çar hezar xwendekaran ji bo piroseya xwandinê ji bo derveyê welatî hatine şandin”.

Herwesa amaje da, “Şandina xwendekaran ji bo derveyê welatî ji bo xwandinê pêngaveka sitratejî bû, ji bo ku bi destkeftiyên mezin vebigerin û xizmeta welatî bikin”.