Pentagon: Zêdetirî 40 serbazên Amerîkayî di êrîşa Urdinê de birîndar bûne

Sabrina Singh
Sabrina Singh

Navenda Nûçeyan (K24) – Pentagonê berpirsyariya êrîşa dronî ya li ser hêzên Amerîkayê li Urdinê xist ser milên Îranê û ragehand, “Di wê êrîşê de, sê serbazên Amerîkayî hatine kuştin û zêdetirî 40 serbazan jî birîndar bûne”.

Cîgira Berdevkê Pentagonê Sabrina Singh îro (Duşem, 29.1.2024) di konfiranseka rojnamevanî de ragehand, “Di êrîşa dronî ya li ser hêzên Amerîkayê li Urdinê de, zêdetirî 40 serbazan birîndar bûne”.

Sabrina Singh herwesa di bersiva pirsyareka peyamnêrê K24ê Îsa Hesen de amaje da, “Waşinton Îranê berpirsyar dike û ew komên çekdaran ên ku zirar gehandine hêzên Amerîkayê ji aliyê Îranê ve tên piştevanîkirin û rahênan pê tên kirin”.

Navbiriyê her dîsa behs kir, “Em gomanê dibin ku ketîbeyên Hizbulahê, ku ji aliyê artêşa Pasdarên Îranê ve tên piştevanîkirin, ew êrîş kiribe”. Herwesa tekez jî kir ku, Amerîkayê dê di demekê guncayî de dê bersiv ji bo wan hebe”.

Doh (Yekşem, 28.1.2024) Fermandeya Navendî ya Amerîkayê ragehand, “Ji verêja êrîşeka dronî li ser cihekê serbazî yê hêzên Amerîkayê li ser sinorê navbera Urdin û Sûriyeyê, sê serbazên Amerîkayî hatine kuştin”.