Apikur ji bo şandina petrola Herêma Kurdistanê daxwaza arîkariyê ji Kongirêsê Amerîkayê dike

Logoya Apikurê
Logoya Apikurê

Navenda Nûçeyan (K24) – Komeleya Pîşesazî ya Petrola Herêma Kurdistanê ku wekî Apikur tê naskirin daxwazê ji Kongirêsê Amerîkayê dike ku ji bo destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê arîkar be.

Komeleya Pîşesazî ya Petrola Herêma Kurdistanê Apikurê îro (Sêşem, 30.1.2024) di ragehandinekê de daxwaz ji Kongirêsê Amerîkayê kir ku Hikûmeta Îraqê ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ji bo derve razî bike.

Apikurê di ragehandina xwe de amaje jî da, “Rawestandina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê li gel arêşeya nedana budceya Herêma Kurdistanê ji aliyê Hikûmeta Îraqê ve, rewşa darayî ya Herêma Kurdistanê berhingarî metirsiyê kiriye”.

Apikurê tekez jî kir, “Herêma Kurdistanê li Rojhilata Navîn hevpeymaneka giring a Amerîkayê ye”.

Apikurê herwesa got, “Amerîkayê bi bihayê 10 milyar dolaran weberhênan li Herêma Kurdistanê kiriye, pêdivî ye ew berjewendî bên parastin”.

Ev di demekê de ye ku ji 25ê Adara 2023ê were hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya benderê Ceyhanê yê Tirkiyeyê hatiye rawestandin. Bexda û Hewlêr û Enqere ji bo dubare hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê mijûlî danûstandinan in. Rawestandina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ji bilî ku zirar gehandine budce û jêrxaneyên Îraqê û Herêma Kurdistanê, herwesa bûye sedema kêmbûna nêzî nîv milyon bermîlên petrolê li sûka enerjiyê ya cîhanê de.