Parêzer: Zêdebûna giliyan li Dadgeha Mafê Miorvan a Ewropayê dê astengiyan ji Tirkiyeyê re bîne

Dadgeha Mafê Miorvan a Ewropayê
Dadgeha Mafê Miorvan a Ewropayê

Enqere (K24) – Ji aliyê Dadgeha Mafê Miorvan a Ewropayê ve raportek hate amadekiirn û di vê raportê de tê gotin ku di warê binpêkirina mafan de welatê ku her zêde gilî ser hatine kirin Tirkiye ye û derbarê wê de bi hezaran dosye hatine amadekirin. Li gorî parêzerên dozên siyasî dişopînin Tirkiye êdî tu rêgezan nasnake û ev hejmara giliyan zêde dibe. Hiqûqnas jî dibêjin dê ev gilî astengiyên zêde bo Tirkiye bîne.

Di heyama ku li Tirkiyê di navbera dadgeha bilind û dadgeha destûrê de lihevnekirin hene û ji aliyê hikûmeta vî welatî ve hewla avakirina destûreke nû ya sivîl tê dayîn ji aliyê dadgeha Mafê mirovan ve derbarê daraza Tirkiyê de raporteke girîng hate parevkirin. Li gorî raporta salane ya dadgeha mafê mirovan ya Ewropayê dawiya sala 2023an bi 23 hezar û 400 dosyayan di rêza yekem de Tirkiye heye ku herî zede ji ber binpêkirina mafan gilî lê hatiye kirin. Yek jî van giliyan ya hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş e ku tevî çendîn daxwazên azadkirinê jî ev nêzî 9 sal in di girtigehê de ye.

Parêzerên ku ev dozê li dadgeha mafê mirovan dişopînin dibêjin Tirkiye rêkeftinên ku îmze kirine jî binpê dike û ev hejmara giliyan dê zede bibe.

Parêzer Mustafa Bayram Misir ji K24ê re got: “Berdewamkirina girtîmayîna Selahattîn Demîrtaş ne di çarçoveya qanûnan de ye. Ji sala 2018an ve dadgeha mafê mirovan ya Ewropayê û Daîreya Bilind çendîn caran demildest azadkirina Demîrtaş daye lê belê ev biryar nehatiye cibicîkirin. Tirkiye ev bi salan e xalên yaseya bingehîn, rêkeftina mafê mirovan, rêgezên yase û destûrên navdewletî binpê dike. Bê gûman hejmara van giliyan zêde dibe.”

Yasanas jî diyar dikin ku zêdebûna ev giliyan di gellek waran de ji bo Tirkiyê dê astengiyan bi xwe re bîne.

Hiqûqnas Mezut Ozer dibêje: “Eger heye ku Tirkiye ji konseya Ewropayê bê avêtin. Eger heye endamtiya wê bê rawestandin. Eger heye pasaporta 600 parlementerên Tirkiyê ya dîplomatk bê betalkirin. Hikûmetek biryarên mehkemeyan bicîh neîne aboriya wê jî kêm dibe. Ji ber ku karsaz karmend lê dinerin wexta ku li welatekî de hiqûq tune be ev karsaz dê pereyên xwe bikêşin wê herin.”

Li gel van hemû geşedanan li gorî raporta ofîsa daneyên ya Yekitiya Ewropayê EUROSTATê jî di nava welatên endamên Yekitiya Ewropa û welatên ber endam de di rêza yekem de Tirkiye heye ku niha di girtîhehên wê de hejmara girtiyan 300 hezaran derbas kiriye. Ji loma jî hiqûqnas amaje pêdikin ku Tirkiye her ku diçe ji dewlete hiqûqê dûr dikeve.