Li Efrînê 5 kes ji aliyê grûpên çekdaran ve hatin revandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyeyê yên bi artêşa Tirkiyeyê re herêma Efrînê dagîr kirine, 5 welatiyên Kurd ji gundên Efrînê revandin, 2 ji nava wan jin in.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpên çekdar a bi navê “Polîsa Leşkerî” ji roja 17 vê mehê ve jina bi navê Leman Reşîd Sîdo ya 35 salî ji gundê Metîna revandiye û heta niha çarenivîsa wê ne diyar e.

Diyar kir jî, Leman Reşîd Sîdo di dema dawî de ji Helebê vegeryabû gundê xwe û 1700 dolar dabû grûpa “Sultan Murad” a dest daniye ser gundê Metîna.

Rêxistina Mafên Mirovan da zanîn jî, xortê bi navê Silêman Cuma Mihemed ji roja 24ê vê mehê ve li ser rêbenda gundê Tirindê ji aliyê grûpa “Polîsa Leşkerî” ve hatiye revandin û çarenivîsa wî jî ne diyar e.

Ji aliyê xwe ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, kesekî astengder û hevjîna wî ji gundê Xalta ji aliyê grûpên çekdar ve hatin revandin.

Rewangehê diyar kir jî, ciwanekî din ê ji gundê Anqelê ji aliyê grûpên çekdar ve hat revandin û çarenivîsa wî jî ne diyar e.

Herêma Efrînê ji Adara 2018an ve ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve hatiye dagîrkirin û heta niha zêdetir ji 9 hezar kes hatine revandin ku çarenivîsa hejmareke mezin ji wan nayê zanîn.

Li gor çalakvanên Efrînê, grûpên çekdaran bi armanca ku Kurdên Efrînê neçar bibin dest ji cih û warê xwe berdin û koçber bibin, welatiyan direvînin û eşkence didin, pere, fidye û bacan ji wan distînin.