Ozçelîk: Ji bo Kurdan ti hêviyek di opozîsyon û desthilata Tirkiyeyê de nîne

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk da xuyakirin, ji bo Kurdan ti hêviyek di opozîsyon û desthilata Tirkiyeyê de nîne, divê Kurd pişta xwe bidin xwe.

Ozçelîk di beşdariya bultena Kurdistan24 de li ser amadekiriyên hilbijartinên şaredariyan û tidaqan de got: “Heta niha ji bo hilbijartinên şaredariyan, mixabin ti tifaqek di navbera aliyên Kurdî de tune ye. Kurd li hember opozîsyon û desthilata Tirkiyê jî, ne yekhelwest in. Herwiha DEM Partî ku xwe wek partiyeke Tirkî pênase dike jî, herî zêde dengê Kurdan werdigire, lê ew ne xwedî siyasetekê ye ku mafê Kurdan derxe pêş û biparêze.”

Ozçelîk li ser partiya desthilatdar a Tirkiyeyê de got: “AK Partî ku di dema hatina ser desthilatê de, ji bo hin gavên ber bi Yekîtiya Ewropayê ve, hin gav ji bo ziman û telefizyonên kurdî avêtibûn, lê niha ew Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê siyaseteke gelekî tund dimeşîne.”

 Derbarê opozîsyona Tirkiyeyê de jî, Ozçelîk amaje bi wê yekê kir: “Partiya opozîsyonê ya sereke CHP ye. Kurdan li dijî AK Partiyê di hilbijartinên 2019 de piştgiriya namzedê wê yê ji bo Şaredariya Stenbolê Ekrem Îmamoglu kir, lê dema Îmamoglu serdana Diyarbekirê kir, wêneyê Ataturk diyarî Kurdan kir, ji wê jî diyar bû ku helwesta wî çi ye.”

Ozçelîk tekezî li ser wê yekê kir, “Serokê berê yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ku Kurdan di hilbijartinên 2023an de piştgiriya wî kir, lê wî jî bi partiya nijadperest re tifaqeke veşartî kir. Ji ber wê, ji bo Kurdan ti hêvî di opozîsyon û desthilata Tirkiyeyê de nîne. Kurd bi xwe tune bin, ti kes ji bo Kurdan ti gavan navêje.”

Ozçelîk da zanîn: “Me wek Partiya Welatparêzên Kurdistanê, me siyaseteke nû da ber xwe û me pêşniyarî ji raya giştî re kir û me got werin li bajarên Bakurê Kurdistanê em namzedên xwe bi hev re destnîşan bikin û li ser daxwazên Kurdan û qebûlkirina ziman û nasnameya kurdî, pirrengî, pirzimanî û kulturî em bajarên xwe bi hev re îdare bikin, ne ku em bi dû filan partiyê yan partiyeke din bikevin.

Serokê Giştî yê PWKê amaje bi giringiya yekrêzî û yekhelwestiya kurdî li Bakurê Kurdistanê kir û got: “Her dema hilbijartinan tenê tifaq tê bîra Kurdan, ev şaştî ye, ji bo hemû mafên Kurdan pêwîst e Kurd tîfaqeke bihêz û mayinde li ser perensîpên neteweyî, niştimanî û demokrat ava bikin.”