Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê: 82 hezar penaberên Sûriyeyî vegeriyane welatê xwe

Penaberên Sûriyeyî li ser sinorê Tirkiyeyê - Erşîf
Penaberên Sûriyeyî li ser sinorê Tirkiyeyê - Erşîf

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê peyamek li ser tora civakî ya Xê belav kiriye, tê de bal kişandiye ser rewşa koça neqanûnî û bazirganiya mirovan û girtina qaçaxçiyan.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Elî Yerlîkaya li ser tora civakî ya Xê nivîsiye, “Sala 2023ê ji bo berhingarbûna koça neqanûnî û bazirganiya mirovan saleka giring bû, di wê çarçoveyê de 10 hezar û 482 kes bi tometa qaçaxçîtiyê hatine girtin. Piştî lêkolînê jî, sê hezar û 744 kesan sizayê zindanîkirinê wergirtiye”.

Elî Yerlîkaya herwesa amaje daye, “1479 kes jî bi şert hatine berdan, çavdêriya livînên wan hemî kesan jî dê bê kirin yên ku pêştir tevlî karê qaxaçîtiya koçberan bûne”.

Her dîsa ragehandiye, “Bi dirêjahiya sala borî, 82 hezar penaberên Sûriyeyî li ser daxwaza xwe dest ji mafê xwe yê penaberîtiyê berdane û vegeriyane welatê xwe”.

Li dû dawî amara Serokatiya Nivîsîngeha Aware û Penaberan a Tirkiyeyê, hejmara penaberên Sûriyeyî li Tirkiyeyê li sala 2023ê li beranberî heft salên pêştir kêm bûye.

Di amarên wê nivîsîngehê de hatiye, hejmara penaberên Sûriyeyî li Tirkiyeyê ji bo sê milyon û 288 hezar û 755 kesan kêm bûye, ev jî kêmtirîn hejmara e ku di heft salên borî de hatiye tomarkirin, ku 52.4% nêr û 47.6% mê ne, herwesa 97.7% ya penaberan li bajaran in.