Kerkûk.. Agir berbû avahiyê du dibistanên xwandina Kurdî

Kerkûk
Kerkûk

Kerkûk (K24) – Li Kerkûkê agir berbû avahiyê du dibistanên xwandina Kurdî, tenê zirarên madî hene.

Sibeha îro (Çarşem, 31.1.2024) li taxa Eskeriyê ya Kerkûkê agir berbû avahiyê dibistana Rastiyê û dibistana Rêbazê ku yên xwandina Kurdî ne.

Birêveberê Pişka Xwandina Kurdî li Kerkûkê Kameran Elî ji K24ê re ragehand, “Agir berbûbû pişka kargêrî ya wan dibistanan û çi zirarên canî jê çê nebûne, tenê zirarên madî hene”.

Ew agir piştî çend seetan ji aliyê tîmên Bergiriya Şaristanî ve hat kontirolkirin. Kamera Elî amaje da, “Heta niha sedema wê rûdanê diyar nîne û lêkolîn li ser wê hatine destpêkirin”.

Ev di demekê de ye ku îro roja dawiyê ya ezmûnên nîva yekê yên polên nedawiyê yên xwandina Kurdîn li Kerkûkê bûn.