Odeya Bazirganî ya Sineyê: Îran sûkên Herêma Kurdistanê ji dest dide

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Odeya Bazirganî ya Sineyê dibêje, “Aloziyên siyasî yên navbera Îran û Herêma Kurdistanê zirarê digehînin berjewendiyên Îranê li sûkên Herêma Kurdistanê.

Serokê Odeya Bazirganî ya Parêzgeha Sineyê ya Rojhilatê Kurdistanê Seyid Kemal Hisênî ji bo ajansa Elinayê amaje da ragehandineka Odeya Bazirganî ya Hewlêrê ku piştî moşekbarana Îranê li ser Hewlêrê daxwaz ji bazirganên Herêma Kurdistanê kiriye ku hawirdekirina berhemên Îranî boykot bikin.

Herwesa got, “Wê rûdanê verêjeka baş ji bo bazirganiya navbera her du aliyan û taybet bazarê kelûpelên Îranê li Herêma Kurdistanê nabe”.

Serokê Odeya Bazirganî ya Parêzgeha Sineyê herwesa nîgeraniya xwe diyar kir û got, “Tirkiye bi hêz li sûkên Herêma Kurdistanê kar dike û kelûpelên Tirkiyeyê di wan sûkan de gelek ji kelûpelên Îranî zêdetir in”.

Tekez jî kir, “Alozî dê bibin sedema wê yekê ku Îran gelek ji niha zêdetir sûkên Herêma Kurdistanê ji dest bide”.

Ev di demekê de ye ku roja Duşemê, 15.1.2024, bi behaneya hebûna bingeheka Mossada Israîlê li Hewlêrê, artêşa Pasdarên Îranê bi çend moşekên Balistî êrîş kir ser Hewlêrê û mala welatî Pêşrew Dizeyî, ku bazirganekê mezin ê Herêma Kurdistanê bû, kir armanc.

Ji verêja wê êrîşê, pênc welatî şehîd bûn û şeş welatiyên din jî birîndar bûn ku piraniya wan endamên malbata Pêşrew Dizeyî ne.

Li beranberî wê êrîşê, li piraniya bajar û bajarkên Kurdistanê û bajarên mezin ên Ewropayê xwenîşandin ji bo şermezarkirina êrîşên artêşa Pasdarên Îranê ya li ser Hewlêrê hatin kirin.