Mekteba Siyasî ya PDKyê di civînê de ye

Logoya PDKyê
Logoya PDKyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Mekteba Siyasî ya PDKyê bi serokatiya Serok Barzanî di civînê de ye û danûstandinan li ser çend mijarên navxwe û derve dike.

Li dû zanyarên peyamnêrê K24ê, sibeha îro (Pêncşem, 1.2.2024) Mekteba Siyasî ya PDKyê bi serokatiya Serok Barzanî di civînê de ye û heta dema berhevkirina vê nûçeyê jî civîna wê berdewam e.

Li dû zanyarên peyamnêrê K24ê, di wê civînê de danûstandin li ser rewşa siyasî, aborî û ewlehî ya Îraq û deverê û hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê û çend mijarên navxwe tên kirin.