Riha.. avahiyek ji ber erdhejê hilweşiya, mirî û birîndar hene

Riha
Riha

Diyarbekir (K24) – Li navçeya Hewengê ya Rihaya Bakurê Kurdistanê, duh (Çarşem, 31.1.2024) bi şev avahiyeke duqatî hilweşiya. Li gorî agahiyên hatine ragihandin, mirî û birîndar hene.

Di agahiyên ku hatine ragihandin de, li taxeke ser bi Çoltera Delîlerê ya Hewengê, şeva borî avahiyeke duqatî hilweşiya û 10 kes di bin xirban de man.

Hat ragihandin ku du kes mirine û heşt kes jî birîndar bûne.

Piştî hilweşîna wî avahî, tîmên rizgarkirinê û tenduristiyê li gel Cendermeyan derbasî herêmê bûn û di serî de neh kes bi saxî ji bin xirban derxistin.

Birîndarên ku ji bo nexweşxaneyê hatin veguhestin niha tên dermankirin û li cihê bûyerê lêkolîn hatine destpêkirin.

Di wê bûyerê de, ku xwediya xanî Cemîle Arikan jî li nexweşxaneyê mir, hat diyarkirin ku vî xanî di erdhejên 6ê Sibata 2023ê de xisar dîtiye.