DEM PARTÎ: Em li beranberî sê şaredariyan piştevaniya kandîdê CHPyê yê Stenbolê nakin
Navenda Nûçeyan (K24) – Dem Partî dibêje, “Stenbol ji bo me giring e û em li beranberî sê şaredariyan piştevaniya kandîdê CHPyê yê Stenbolê nakin”.
Partiya Wekhevî û Demokratiya Gelan (DEM PARTÎ) red dike ku li beranberî piştgiriya kandîdê CHPyê yê Stenbolê daxwaza sê şaredariyan kiribe.
Berdevka Partiya Wekhevî û Demokratiya Gelan (DEM PARTÎ) Ayşegul Dogan di çavpêkeftineka taybet de bersiva gotgotkên girêdayî pêkanîna hevpeymaniya bi CHPyê re da, û red kir ku li beranberî piştgiriya kandîdê wê partiyê yê Stenbolê Ekrem Îmamoglo, daxwaza sê şaredariyên sê bajarkan kiribe ku bajarkên Esenyort û Adalar ên Stenbolê û Akdenîz a Mêrsînê ne.
Ayşegul Dogan herwesa ragehand ku, roja Şemiyê civata birêvebirina navenda partiya wan dê civîneka giring bike. Herwesa got ku, Stenbol ji bo wan taybet e û bi hûrî li ser wê kar dikin.