Reuters: Îran serkirdeyên xwe yên payebilind ji Sûriyeyê vedikişîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Supaya Pasdarên Îranê ji ber êrîşên Israîlî, belavkirina efserên xwe yên pilebilind li Sûriyê kêm kiriye û hejmarek ji wan vekişandiye.

Ajansa “Rueters” ji sê jêderan belav kir, ev biryara Îranê ya vekişandina efserên xwe yên payebilind, ji ber xema wê ye ku nekeve nav nakokiyên li seranserê Rojhilata Navîn diqewime.

Jêderan ji “Rueters” re gotin, “Niyaza Îranê nîne bi temamî ji Sûriyeyê vekişe, lê dê ji dûr ve û bi alîkariya Hizbullaha Libnanî operasyonên xwe li Sûriyeyê birêve bibe.”

Ajansê bal kişand ser wê yekê, Supaya Pasdarên Îranê nîgeraniyên xwe ji aliyê Sûriyeyê re ragihandiye ku dibe hêzên ewlekariyê yên Sûriyeyê zanyarî li ser hêzên Îranê aşkere kiribin.

Piştî şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de û êrîşên li ser baregehên leşkerî yên Amerîkayê li Sûriye û Iraqê, Îsraîlê jî çend caran baregehên hêzên Îranê li Sûriyeyê wêran kiribûn.

Îranê di 25.12.2023an de, Îsraîl bi kuştina Razî Mûsewî, serkirdeyê payebilind ê Feyleqa Qudisê ya ser bi Pasdarên Îranê ve, li nêzîkî Şamê tawanbar kiribû.

Herwiha roja 20ê Çileya borî di encama êrîşeke Îsraîlê li ser taxa Mezzeh a Şamê de, 13 kes hatibûn kuştin, di nav wan de 5 şêwirmendên Pasdarên Îranê hebûn ku berpirsê îstixbarata Pasdarên Îranê li Sûriyeyê jî di nav de ye.

Roja 29ê meha borî jî firokeyeke şer a Îsraîlê baregeha şêwirmendên Pasdarên Îranê li bajarokê Seyide Zeyneb yê ser bi Şamê ve bombebaran kiribû û di encamê de 8 kes hatibûn kuştin.