Sefîn Dizeyî: Bazneya peywendiyên Herêma Kurdistanê berfirehtir bûye

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî dibêje, bazneya peywendiyên Herêma Kurdistanê berfirehtir bûye.

Dizeyî ji K24ê re ragihand, di roja duyemîn a konferansa nûneratiyên Herêma Kurdistanê de, civîneke girtî hate lidarxistin û nûnerên me raporên xwe pêşkêş kirin û li ser çend mijarên girîng gotûbêj kirin.

Diyar kir jî, “Mijara herî girîng a ku me gotûbêj kiribû ew bû ku em ê di paşerojê de çawa kar bikin. Herwiha me behsa wê yekê jî kir ku di vê demê de em ê çawa bikarin teknolojiyê bikar bînin, da ku sûdeke zêde jê werbigirin, ji bo vê mebestê me serdana Ofîsa Teknolojiyê û Ragihandinê kir.”

Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje bi wê jî kir, bazneya peywendiyên Herêma Kurdistanê berfirehtir bûye û karên wan li ser bingeh û nêrîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê tê kirin.

Dizeyî tekez kir, şandên biyanî bi berdewamî serdana Herêma Kurdistanê dikin û danûstandinên aborî jî yek ji wan karên sereke ye ku ew dixwazin veberhêneran zêdetir bo Herêma Kurdistanê bikşînin.

Roja 28.01.2024an bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Sêyemîn Konferansa Nûneratiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Hewlêrê dest pê kiribû.