Gokhan Aslan bi hunera xwe xaniyên Hewramanê dide nasîn

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Hêmanên çandî û hunerî yên Rojhilatê Kurdistanê gelek caran di berhemên hunermendên Kurd de xwe didin der. Peykersaz û wênesazekî ji Bakurê Kurdistanê jî xaniyên Herêma Hewramana Rojhilatê Kurdistanê di berhemên xwe de dinexşîne.

Gokhan Aslan, bi salan e li Diyarbekirê di warê peykersazî û wênesaziyê de berheman diafirîne û di pirraniya berhemên xwe de jî hêmanên çand û dîroka kurdan dide der. Di vê çarçoveyê de jî niha hewil dide xaniyên devera Hewramana Rojhilatê Kurdistanê binexşîne ku dîmenên van avahiyên bedew di cîhanê de jî deng vedane. Gokhan Aslan dibêje xaniyên Hewramanê hêjayî lêkolînê ne ku tê de gelek agahiyên balkêş û girîng hene.

Wênesaz Gokhan Aslan ji K24 re got: “Xaniyên Devera Hewramanê dê gelek teybetmendiyên cawaz hene ku wek mînak di derî û şibakeyan de renge kesk û şîn tê bikaranîn û rengên kesk û şîn dupişk, kêzik û maran ji xanî dur digirin. Her plansaziyek a xaniyekî li gorî wê yekê tê çêkirin ku ji xaniyên cîran re ji aliyê dîtbarî ve nabe asteng.”

Peykersaz û Wênesazê Kurd ji xwe re kiriye xem ku çand û hunera kurdan bide nasîn û balê dikêşe ku ji kurahiya dîrokê heta serdemên nujen di nava kurdan de avahîsazî di asteke pêşketî de ye û di berhemên kurdan de xema bedewbûnê xwe bi awayeke aşkere nîşan dide.

Gokhan Aslan dibêje: “Avahiyên ku ji aliyê kurdan ve hatine çêkirin  ku rengîn û bedew in. Ev tê wateyê ku ji berê de avahîsazî nav kurdan de pêşketî ye. Dema ez van xaniyan dinexşînim ez di jurên van xaniyan de jî diğerim û ez dixwazim wênehez jî dem ali van berheman binihêrin din ava van xaniyan de bigerin ku dixwazim hesteke rasteqîn cem wan peyda bikim.”

Gokhan Aslan di hunera xwe de çand û dîroka kurdan dinexşîne û dibêje qasî nîşandana çand û dîrokê di heman demê de nîşandana êş û azarên kurdn jî girîng e ku xebata wî ya dorê de derbarê Jînaya 11 mehî ya bi muşekên Îranê hatî kuştin de ye.