Milîşyayên Îraqê gefên berdewamiya êrîşên li ser hêzên Amerîkayê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Milîşyayên Îraqê yên hevpeymanên Îranê gefên berdewamiya êrîşan li dijî artêşa Amerîkayê dikin.

Emîndarê Giştî yê Bizava Nucebayê li Îraqê Ekrem Kabî îro (Înî, 2.2.2024) ragehand, “Em êrîşên xwe ranawestînin heta em du armancan nehingêvin, ew armanc jî rawestandina şerê Xezzeyê û vekêşana artêşa Amerîkayê ji Îraqê ne”.

Ekrem Kabî herwesa got, “Bergiriya Îslamî li Îraqê bi hemî komên xwe ve êrîşên xwe yên li dijî Amerîkayê ranawestîne heta daxwaziyên wê bi cih neyên”.

Roja Yekşemê, 28.1.2024, Fermandeya Navendî ya Amerîkayê ragehand, “Ji verêja êrîşeka dronî li ser cihekê serbazî yê hêzên Amerîkayê li ser sinorê navbera Urdin û Sûriyeyê, sê serbazên Amerîkayê hatin kuştin û zêdetirî 40 serbazan jî birîndar bûn”.

Piştî wê êrîşê, Serokê Amerîkayê Joe Biden ragehand ku wan dê bersiveka tund ji bo wê êrîşa dronî hebe ya ku li Urdinê hatiye kirin û sê serbazên wan tê de hatine kuştin.

Herwesa Cîgira Berdevkê Pentagonê Sabrina Singh jî li ser wê êrîşê ragehand, “Em gomanê dibin ku ketîbeyên Hizbulahê, ku ji aliyê artêşa Pasdarên Îranê ve tên piştevanîkirin, ew êrîş kiribe”.Herwesa tekez jî kir, “Amerîkayê dê di demekê guncayî de bersiv ji bo wan hebe”.