Yehya Resûl: Êrîşên Amerîkayê binpêkirina serweriya Iraqê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Fermandariya Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûl got: “Êrîşên Amerîkayê yên li Qaimê û navçeyên sînorî yên Iraqê, binpêkirina serweriya Iraqê û têkbirina hewlên hikûmeta Iraqê ye.”

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihandibû, wan li Iraq û Sûriyeyê li 85 armancên Feyleqa Qudis a ser bi Supaya Pasdarên Îranê ve dane.

Di vê derbarê de Yehya Resûl îro 3ê Sibata 2024an ragihand, êrîşên Amerîka li Qaim û deverên sînorî yên bi Sûriyeyê re, serweriya Îraqî binpê dike û hewlên hikûmeta Îraqî têk dide.

Got jî: “Bajarê Qaimê û deverên sînorî yên Îraqî rastî êrîşa firokeyên Amerîkî hatine, lê ev êrîş di demekê de tên ku Îraq hewl dide aramiyê li deverê dabîn bike.”

Herwiha got: "Ev êrîş binpêkirina serweriya Iraqê û têkbirina hewlên hikûmeta Iraqê ye û metirsiyek e ku dê Iraq û navçeyê bikşîne nav encamên nexwestî û encamên wê dê ji bo ewlehî û aramiya Iraqê û herêmê metirsîdar bin.”

Li gorî zanyariyan, baregehên komên alîgirên "Hizbullah û Tevgera Nûceba" li herêma El-Sakkak a ser bi El-Qaim ve hat bombebarankirin.

Hin jêderan tekez kirin ku navenda Fermandariya Operasyonên Enbarê ya Hêzên Heşda Şeibî û baregeh û tabûra zirxî ya lîwaya 13 El-Tefuf ya di navbera bajarokên El-Rutba û El-Qaim de hatibûn armanckirin.