Amerîka cezayên nû li ser Îranê ferz dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevdem bi lêdana asmanî ya Amerîkayê li ser baregehên milîsan li Iraq û Sûriyeyê re, Desthiladariya Dadwerî ya Amerîkayê sizayên nû li ser çavkaniyek din a darayî ya Pasdarên Îranê sepandin.

Wezîra Dadê ya Amerîkayê Merrick Garland û Serdozgerê Giştî yê Manhattanê Daniel Williams, ji 7 kesan re bi tometa terorê û sipîkirina pereyan ceza kirin ku ew beşek in ji toreke sipîkirina pereyan e û ji aliyê Pasdarên Îranê ve tê birêvebirin.

Desthiladariya Dadwerî di daxuyaniyekê de ragihand, “Me hejmarek ji berpirs Îranê û kadroyên ku bi eslê xwe Tirk in û di grûpeke enerjiyê ya li Enqerê de ne, bi tawana sipîkirina pereyan û firotina petrola Îranê bo kiriyarên Çînî, Rûsî û Sûrî, ji bo fînansekirina Supaya Quds a Pasdarên Îranê ku piştevaniya terorê dike, ceza kirin.”

Ofîsa Serdozgeriya Giştî ya Federal li Manhattanê jî got, wê dest danîne ser 108 milyon dolar ku kompanyayên Pasdarên Îranê hewl dane wan sipî bikin.

Garland got: “Îran ji bo firotina petrolê kanalên bazara reş bikar tîne, ji bo fînansekirina çalakiyên xwe yên tawankar û piştgirîkirina Pasdarên Îranê, çekdarên Hemas, Hizbullaha Libnanî û komên din ên milîsên Îranî.”

Ev yek di demekê de ye, Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, wan li Iraq û Sûriyeyê li 85 armancên Feyleqa Qudis a ser bi Supaya Pasdarên Îranê ve dane.