Encûmena Asayişa Navdewletî derbarê êrişên Amerîkayê yên li ser Iraq û Sûriyeyê de bicive

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Asayişa Navdewletî civîneke awarte lidar dixe û derbarê êrişên Amerîkayê yên li ser binkeyên milîsên li Iraq û Sûriyeyê gotûbêj dike.

Biryar e îro êvara 4ê Sibatê Encûmena Asayişa Navdewletî civîneke awarte li ser daxwaza Rûsyayê lidar bixe û derbarê êrîşên Amerîka li ser komên milîsên alîgirên Îranê li Iraq û Sûriyeyê gotûbêj bike.

Di civînê de, welatên li dijî êrîşan in dê raporên xwe pêşkêş bikin, li hemberê jî Amerîka dê berevaiyê li xwe bike.

Hêzên asmanî yên Amerîkayê duhî 3ê Sibatê ragihandibû, wan li Iraq û Sûriyeyê li 85 armanc dane û nêzîkî 35 çekdar kuştine.

Ev êrişên Amerîkayê, wek bersivek li êrişa dronî ya Hizbullaha Iraqî di 28ê meha borî de bû, ku di encamê de 3 leşkerên Amerîkî hatin kuştin û bi dehan leşkerên din jî birîndar bûn.

Berdevkê Fermandariya Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûl gotibû: “Êrîşên Amerîkayê yên li Qaimê û navçeyên sînorî yên Iraqê, binpêkirina serweriya Iraqê û têkbirina hewlên hikûmeta Iraqê ye.”