Warberg ji K24ê re: Bi êrîşan me peyameke zelal ji Îranê û milîsan re şand

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Herêmî yê Wezareta Derve ya Amerîkayê Samuel Warburg got: “Êrîşên me yên li ser baregehên milîsên ku Îran piştevaniya wan dike, tenê destpêk e û em ê di rojên pêş de tedbîrên din bigirin.”

Warburg duhî 3ê Sibata 2024an ji K24ê re got: “Bi rêya wan êrîşan me peyameke zelal ji Îranê û milîsan re şand ku dem hatiye ew êrişên xwe yên li ser binkeyên Amerîkayê rawestînin.”

Got jî: “Êrîşên Amerîka li ser milîsên ku Îran piştgirîya wan dike, destpêka bersiva Amerîka ye û dê ne yên dawî bin, ji ber ku van milîsan êrîşên bêbihane li ser hêzên Amerîkî kirin, bê guman jî di rojên pêş de emê bersiveke din jî bibînin.”

Ev yek piştî wê tê, Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) duhî 3ê Sibatê ragihandibû, wan li Iraq û Sûriyeyê li 85 armancên Feyleqa Qudis a ser bi Supaya Pasdarên Îranê ve dane.

Li gorî raportên medyayî di encama van êrîşan de, nêzîkî 35 çekdaran li Sûriye û Iraqê hatine kuştin.