Li Dîlokê di encama ketina helîkopterê de 2 kesan canê xwe jidest dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê di encama ketina helîkopterê de 2 kesan canê xwe jidest dan.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser tora civakî “X” ragihand, helîkoptereke Rêveberiya Giştî Polîsan li bajarokê Nûrdagê yê ser bi Dîlokê ve kete xwarê.

Yerlîkaya diyar kir, di encama ketina helîkopterê de, 2 pîlotan canê xwe jidest dane û teknîkkarekî helîkopterê jî birîndar bûye.

Li gorî daxuyaniyê, duh demjimêr 22:49 pêwendî bi helîkopterê re qut bûbû. Derbarê sedema bûyerê de jî, lêpirsîna yasayî hat destpêkirin.