Endamê Serkirdayetiya YNKê: Em dixwazin bi PDKê re li ser rêveberiyên xwecihî lihev bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamekî Serkirdayetiya YNKê dibêje, ew dixwazin bi PDKê re li ser pêkanîna rêveberiyên xwecihî yên Kerkûk û Neynewayê lihev bikin. Tekez kir jî: “Eger YNK û PDK yekrêz bin, baştir dikarin mafên rewa yên gelê Kurdistanê biparêzin.”

Polîtburoyên Partiya Demoktat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) îro 4ê Sibatê li Silêmaniyê dicivin.

Di vê derbarê de, Endamê Serkirdatiya YNKê Letîf Nêrweyî ji K24ê re ragihand, mijarên civîna îro ya YNK û PDKê, avakirina rêveberiyên xwecihî yên parêzgehan bi taybet li Kerkûk û Neynewayê, hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û rewşa niha ya Rojhilata Navîn û Herêma Kurdistanê ne.

Nêrweyî tekez kir: “Ev civîn di rewşa niha de giring e û rewşa ewlehiyê ya navçeyê daxwaz dike ku YNK û PDK nêzîkî hev bibin.”

Herwiha got jî: “Piştî hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê, Encûmena Serkirdatiya YNKê biryar da ku pêşî bi PDKê re bicive. Divê li ser avakirina hikûmetên xwecihî bi taybetî li Kerkûk û Neynewayê bi PDKê re em li hev bikin û piştre bi partiyên din re dest bi gotûbêjan bikin.”

Diyar kir jî: “Em dixwazin rewşa nebaş a Kerkûkê bidawî bibe û hikûmeteke nû bajêr birêve bibe û xizmeta hemû netewe û pêkhateyên bajêr bike.”

Endamê Serkirdatiya YNKê Letîf Nêrweyî got jî: “Eger YNK û PDK yekrêz bin, baştir dikarin mafên rewa yên gelê Kurdistanê biparêzin.”