Civîna PDK û YNKê li Silêmaniyê dest pê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Civîna polîtboruyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNKê) li bajarê Silêmaniyê dest pê kir û di civînê de çend mijarên navxweyî tên gotûbêjkirin.

Civîna polîtboruyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNKê) îro 4ê Sibata 2024an li bajarê Silêmaniyê dest pê kir.

Ev yekemîn civîna polîtburoyên PDK û YNKê di sala 2024an de û piştî hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê ye.

Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtburoya PDKê Fazel Mîranî serokatiya şanda partiya xwe dike û Serokê YNKê Bafil Talebanî jî serokatiya şanda partiya xwe dike.

Derbarê naveroka civînê, Endamê Serkirdatiya YNKê Letîf Nêrweyî ji K24ê re ragihand, mijarên civîna îro ya YNK û PDKê, avakirina rêveberiyên xwecihî yên parêzgehan bi taybet li Kerkûk û Neynewayê, hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û rewşa niha ya Rojhilata Navîn û Herêma Kurdistanê ne.

Nêrweyî tekez kir: “Ev civîn di rewşa niha de giring e û rewşa ewlehiyê ya navçeyê daxwaz dike ku YNK û PDK nêzîkî hev bibin.”

Herwiha got jî: “Piştî hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê, Encûmena Serkirdatiya YNKê biryar da ku pêşî bi PDKê re bicive. Divê li ser avakirina hikûmetên xwecihî bi taybetî li Kerkûk û Neynewayê bi PDKê re em li hev bikin û piştre bi partiyên din re dest bi gotûbêjan bikin.”

Endamê Serkirdatiya YNKê Letîf Nêrweyî got jî: “Eger YNK û PDK yekrêz bin, baştir dikarin mafên rewa yên gelê Kurdistanê biparêzin.”