Karvedanên destkişandina Seroka Banka Navendî ya Tirkiyeyê

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Destjikarkişandina Seroka Banka Navendî ya Tirkiyeyê bûye yek ji rojevên germ ên Tirkiyeyê. Hin aborînas di wê baweriyê de ne ku hikûmeta Tirkiyeyê dest ji siyaseta xwe ya bilindkirina rêjeya sûdê berdaye. Lê beşeke din a aborînasan dibêjin, hikûmet neçar e dirêjî bide siyaseta bilindkirina rêjeya sûdê, eger na aboriya Tirkiyeyê dê tûşî pirsên mezintir bibe.

Seroka Banka Navendî ya Tîrkıyeyê Hafîze Gaye Erkan piştî 7 mehan ji destbikarbûna xwe, dest ji postê xwe berda. Lê ev biryar di rojnameya Fermî ya Hikûmeta Tirkiyeyê de berûvajî daxuyaniya Erkanê wekî ew ji kar hatiye dûrxistin hate belavkirin. Aborînas jî balê dikşînin ser vê nakokiyê û diyar dikin ku, biryara dûrxistina Erkanê pirseke siyasî ye û hikûmeta AK-Partiyê ji bo berjewendiyên xwe yên di hilbijartinên şaredariyan de siyaseta xwe ya bilindkirina rêjeya sûdê guhertiye.

Aborînas Prof. Dr. Îzzettîn Onder ji K24ê re got: “Heta ku hikûmet rêjeya sûdê bilind nedikir sermayedarên biyanî pereyên xwe nedianîn Tirkiyeyê. Lê dema rêjeya sûdê hate bilindkirin li nava welêt hejarî zêde bû. Hikûmet jî dudild bû û got: Gelo em hilbijartinê qezenç bikin an ji dervayî welêt pere peya bikin. Ji ber ku hikûmet nekarî ji vê dudiliyêyê xwe rizgar bike, neçar ma ji bo qezençikirina hilbijartinan biryareke wiha werbigre.”

Lê hin aborînasên din jî di wê baweriyê de ne ku herçend siyaseta aboriyê ya deshilatê ne zelal be, neçar e dirêjî bide siyaseta bilindkirina rêjeya sûdê û rêveberiya nû ya Banka Navendî jî dê pabendê vê siyasetê be. Lê diyarkerê herî mezin a siyaseta aboriyê dê encamên hilbijartinê bin û deshilat dê li gor wan encaman nexşerêya xwe ya aboriyê diyar bike.

Prof. Dr. Erol Katircioglu dibêje: “Ez bawer nakim ku bazar çaverêya tiştên gelek girîng be, li gor min rêveberiya nû ya Banka Navendî ya Tirkiyeyê li ser siyaseta xwe ya bilindkirina rêjeya sûdê berdewam be. Lê dîsa jî piştî vê biryarê roja Duşemê lîreya tirkî bermaber dolarê amerîkî nirxê xwe careke din bi rêjeyeke diyar jidest bide.”

Di deshilata 22 salan a hikûmeta Tirkiyeyê de Serokên Banka Navendî heşt caran hatin guhertin lê pênc ji wan di van pênc salên dawî de bûn.

Ev e pêşbînî û şîroveya aborînasan e, lê biryara mîsoger û zelaltir roja Duşemê dê bazara Tirkiyeyê bide. Niha çavê herkesî li roja Duşemê vebûna bazara Tirkiyeyê ye.