PDK û YNK li ser 3 xalan lihev dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Civîna Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Silêmaniyê bidawî hat û herdu aliyan li ser diyarkirina parêzgarekî Kurd ji bo Kerkûkê lihev kirin.

Polîtboruyên PDKê û YNKê îro 4ê Sibata 2024an li bajarê Silêmaniyê civiyan û piştî daxuyaniyek hevpar hate belavkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Di civînê de rewşa siyasî û aborî ya navçeyê, pirsgirêkên çaresernebûyî yên li gel hikûmeta federal bi giştî, bûdce, debar û mûçeyên karmendan bi taybetî ji aliyekî ve û hilbijartinên encûmenên parêzgehan ji aliyekî din ve hatin gotûbêjkirin û piştî danûstandina nêrînan û berçavgirtina berjewendiyên bilind ên neteweyî û niştimanî, li ser van xalan lihev kirin:

1- Her du alî hevnêrîn bûn di vê qonaxê de ji bo berjewendiyên xelkê parêzgeha Kerkûkê bi hemû pêkhateyên wê ve, parêzgarekê Kurd ji bo xizmetkirina xelkê bajar û bajarokan, were destnîşankirin.

2- Her du alî li ser wê yekê hevnêrîn bûn ku erkê YNK, PDK û hemû aliyên Kurdistanî ye ku qewareya Herêmê biparêzin û destkeftên şoreş, têkoşîn û xwîna şehîdên Kurdistanê biparêzin.

3- Ji bo çareserkirina kêşeyên siyasî û aborî yên Herêmê bi hikûmeta federal re di asteke bilind de, divê her du alî hewla çareserkirina pirsgirêkan bi giştî û jîyan, xizmetguzarî, bûdce û mûçeyan bi taybetî bidin.