Ziyandîtiyên erdheja Efrînê hîn jî bêalîkarî ne

Erdheja Efrînê
Erdheja Efrînê

Navenda Nûçeyan (K24) – Di erdheja 6ê Sibata sala borî de, ziyaneke mezin gihîşt bajarokê Cindirêsê yê Efrînê, hîn jî xelkê vî bajarokê wêranbûyî di bin kon û çadiran de dimînin û dibêjin ku ew karînên wan tune ne ku cihê xwe careke din ava bikin û ti rêxistin jî alîkariyê bi wan re nakin.

Seydo Birîm yek ji rizgarbûyiyên erdheja 6ê Sibata sala borî ya Cindirêsê ye ku di erdhejê de lingê xwe ji dest da, niha ew bi diya xwe re di bin çadirekê de dimîne. Seydo behsa rewşa xwe dike û dibêje: “Cihê me hemî herî ye. Zivistan e û ti tiştek li cem me nîne em xwe pê germ bikin.”

Bajarokê Cindirêsê yek ji wan cihan e ku herî zêde ziyan ji erdheja 6 Sibatê dîtiye. Hîn jî xanî li erdê ne û rewşa darayî ya xirab ne alîkar e ku careke din dest bi avakirinê bikin û ti aliyek jî alîkar nabe.

Ehmed Qitêş ku karker e dibêje, “Civaka Navdewletî dibêje ku wan piştî erdhejê alîkariya xelkî kiriye lê ew tenê gotin bûn. Gotin alîkariya me nakin, xelkî xaniyên xwe û karên xwe ji dest dane, pêdivîtiya xelkî bi alîkariyên darayî heye heta bikarin dubare xaniyên xwe ava bikin an jî çadireka baş bikirin û bikarin zadî bidin zarokên xwe”.

Di erdheja sala borî de, zêdeyî 4500 kesan li bakurê rojavayê Sûriyeyê canê xwe ji dest dan. 80% ya avahiyan jî an wêran bûn an jî ziyan geha wan.

Her beriya erdhejê jî rewşa xelkê li wê navçeyê xirab bû, ku neteweyên yekbûyî digot pêdivîtiya yek miliyon û 800 hezar kesan li kampan bi alîkariyên berdewam heye.