Ayşegul Dogan: Dem Partî li Stenbolê bi kandîdê xwe tevlî hilbijartinên şaredariyan dibe

Ayşegul Dogan
Ayşegul Dogan

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevka Partiya Wekhevî û Demokratiya Gelan (DEM PARTÎ) radigehîne ku, Dem Partiyê biryar daye li Stenbolê bi kandîdê xwe tevlî hilbijartinên şaredariyan bibe, û kandîdê xwe jî heta 9ê vê mehê radigehîne.

Berdevka Dem Partiyê Ayşegul Dogan îro (Yekşem, 4.2.2024) di konfiranseka rojnamevanî de ragehand ku, Dem Partiyê biryar daye li Stenbolê bi kandîdê xwe tevlî hilbijartinên şaredariyan bibe, û kandîdê xwe yê Stenbolê û kandîdên xwe yên tevaya şaredariyên dî yên ku navên wan ranegehandine jî heta 9ê vê mehê eşkere dike.

Ayşegul Dogan di derheqa kandîdê Dem Partiyê li Stenbolê de got, “Başak Demîrtaş yek ji wan kesan e yên ku ji bo Stenbolê kandîd in û navê wê jî li gel çend navên din ku xelkî pêşwaziya wan kiriye li ser maseya danûstandinan e û helsengandin jê re tê kirin û keftiye ber şêwrê”.

Piştî hilbijartinên Serokatiya Komarê ku li Adara sala borî hatibûn kirin, Partiya Wekhevî û Demokratiya Gelan (DEM PARTÎ) ku wê demê bi rêya Partiya Çep a Kesk tevlî hilbijartinan bûbû, ji ber nebûna kandîdê xwe ji bo hilbijartitên serokatiyê berhingarî gelek rexneyan bûbû.

Heta dengên wê jî li beranberî hilbijartinên dî kêm bûn û verêja rapirsînê diyar dike ku Kurd bi rengekê giştî bi wê yekê re ne ku di tevaya hilbijartinên Tirkiyeyê de kandîdê xwe hebe.