Asayîşa Hewlêrê şeş kes bi tometa bazirganîkirina bi madeyên hişber girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Birêveberiya Asayîşa Hewlêrê girtina şeş kesan ragehand ku tometbarên bikaranîn û bazirganîkirina bi madeyên hişber in.

Birêveberiya Asayîşa Hewlêrê îro (Yekşem, 4.2.2024) belav kiriye, “Piştî çavdêrîkirin û lidûçûna hêzên me, bi biryara Dadwerê Lêkolînê yê Asayîşa Hewlêrê, şeş tometbarên bazirganîkirina bi madeyên hişber hatin girtin”.

Asayîşa Hewlêrê amaje da, “Navên wan tometbaran A. M. M., A. M. H., M. W. A., F. A. K., A. M. N. û S. M. B. bûn”.

Herwesa got, “Di dema girtina wan kesan de, bireka madeyên hişber ji cûnên Kirîstal û Camayka û çar demanceyên bêdestûrî û 165 hezar dînarên Îraqî yên sexte û herwesa hindek kelûpelên kêşana madeyên hişber jî hatin bindestkirin.