Bijîşk: Li Bakurê Kurdistanê bi sermê re nexweşî zêde bûne

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li Bakurê Kurdistan û tevahiya Tirkiyeyê ji ber ku nexweşînên wek grip, şewba berazan û koronayê tevlîhev bûne, bijişk hişyariyê didin ku divê welatî haydar bin û li deverên qerebalix de maske bi kar bînin û bi teybetî bal tê kêşan ku di serdema duyem a dibistanan de dê metirsî zêdetir bibe.

Sarbûna hewayê rê li ber nexweşînan jî vedike û bijişk jî hişyariyê didin ku vayrus rastî mutasyonê tên û di nava civakê de belav dibin. Bi teybetî jî bal tê kêşan ku grip, şewba berazan û korona tevlîhev bûne û pêwîst e vê mijarê de welatî haydar bin; ji ber ku deverên qerebalix de nexweşî leztir belav dibe. Bijişk didin zanîn ku welatî wek berê maskeyan bi kar naynin û divê li deverên qerebalix maske werin bikaranîn da kur ê li ber elavbuna nexweşiyê were girtin.

Bijişk Fatîh Dagkuşu ji K24ê re got: “Welatî wek berê maskeyan bi kar naynin, vayrusan jî xwe guhertine ango rastî mutasyonê hatine, welatî jî ji civatê hes dikin, deverên qerebalix de rudinin, tên cem hev, ez pêşniyar dikim ku maske bi kar bînin.”

Bijişk tevlîhevbûna nexweşînan wek kokteyle jî bi nav dikin û didin zanîn gelek nîşaneyên vê nexweşîna vegir heye ku poz diherike, çav sor dibin, zikêşî, serêşî, koxik, giranbuna laş nîşaneyên sereke ne ku kesên bi vê nexweşiyê ketîn berê xwe didin nexweşxaneyan.

Nexweş: “Bi rastî nexweşiyek gelek giran e, her derê min diêşe, pişt amin, serê min diêşe, ti caran bi nexweşiyek wisa neketibum.”

Nexweş: “Gewriya min diêşe, serê min diêşe, pozê min diherike û dixetime, nexweşiyek gelek pîs e.