6 şervanên HSDê di êrîşa li ser kêlgeha El-Omer de hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) radigihîne, 6 şervanên wan di êrîşa şeva borî ya li ser kêlgeha pertrolê ya El-Omer li Dêrazorê de, canê xwe jidest dane.

Navenda Ragihandinê ya HSDê îro 5ê Sibata 2024an di daxuyaniyekê de ragihand, şeva borî ji herêmên di bin kontrola çeteyên rêjîma Sûriyeyê de, êrîşek bi dronan li ser Akademiya Perwerdeyê ya li Kêlgeha El-Omer a li rojhilatê Dêrazorê kiribû kirin.

Di daxuyaniyê de hat aşkerekirin, di encamê êrîşê de 6 şervanên HSDê canê xwe ji dest dan.

Navenda Ragihandinê ya HSDê ev êrîşa terorîstî şermezar dikin û got, ewê di dema û cihê guncaw de bersiva çavkaniya êrîşê bidin.

Pêştir jî, Rêveberê Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan Ramî Ebdulrehman ji K24ê re gotibû, grûpa bi navê “Berxwedana Îslamî li Iraqê” îro 5ê Sibatê bi dronan êrişî kêlgeha petrolê ya Omer li Dêrazorê ku baregeheke mezin a Amrîkayê kiriye armanc.

Ramî Ebdulrehman dabû zanîn jî, di êrîşê de 5 şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hatin kuştin û 20 şervanên din jî birîndar bûne.

Kêlgeha Omer a petrolê li başûrê rojhilatê Dêrazorê ye û baregeheke mezin a Hevpeymaniya Navdewletî lê ye û gelek caran ji aliyê mîlîşyayên ser bi Îranê ve rastî êrîşan hatiye.