Sekreterê Encûmena Bilind a Asayişa Niştimanî ya Îranê gihîşt Bexdayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Sekreterê Encûmena Bilind a Asayişa Niştimanî ya Îranê Elî Ekber Ehmedyan gihîşt Bexdayê.

Sekreterê Encûmena Bilind a Asayişa Niştimanî ya Îranê Elî Ekber Ehmedyan gihîşt Bexdayê û ji aliyê Cîgirê Şêwirmenê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Îsam Seidî ve pêşwazî lê hate kirin.

Ev serdan di piştî wê tê, Şeva 15.01.2024 çend deverên sivîlan li Hewlêr û derdora wê bi çend mûşekên Balistî û dronan hatin armanckirin. Di encama êrîşê de, 5 welatî şehîd bûn û 6 welatiyên din jî birîndar bûn. Piştre jî Pasdarên Îranê berpirsyariya êrîşan girt ser xwe.

Her di vê derbarê de, Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê û Serokê Komîteya Lêkolînê ya Hikûmeta Iraqê Qasim El-Arecî derbarê êrişên Îranê li ser Hewlêrê de ji K24ê re ragihandibû, cihê hatiye armanckirin mala sivîlekî bû û ne binkeyeke sîxurî ya Îsraîlê bû.