Fîdan: Aliyê Sûriyeyê nikare bi tena xwe bi Tirkiyeyê re bicive

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan tekezî dibêje, rejîma Sûriyê bêyî ku serî li aliyên din bide, nikare bi tena serê xwe hevdîtinan ligel Tirkiyê pêk bîne, ev jî nîşan dide ku rêjîma Beşar Esed serxwebûna xwe di standina biryaran de ji dest daye.

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan di hevpeyvîneke televizyonî de got, Rejîma Sûriyê heta niha ji ber sedemên curbecur nikare bi Tirkiyê re hevdîtinê bike û dema bi me re dicive jî ew ne bi serê xwe ne.”

Fîdan her wiha got, "Ji ber ku her tim welatekî din li kêleka wê ye, ti derfet ji bo lidarxistina civîneke dualî bi rêjîma Sûriyê re çênabe.”

Fîdan amaje bi wê jî kir, deriyê wan ji bo diyaloga bi Sûriyeyê re vekirî ye, lê hebûna şert û mercên pêşwext ji aliyê hikûmeta Sûriyeyê ve, gaveke şaş e.

Ji sala 2011an, ji destpêka şerê li Sûriyê ve pêwendiyên Enqere û Şamê yên ku pêştir pir nêzîk bûn, têk çûn. Lê di van demên dawî de, her du alî behsa asayîkirina pêwendiyan dikin.

Di Berçileya sala borî de jî, Rûsyayê piştî 11 salan, mêvandariya yekem hevdîtinên di navbera Tirkiye û Sûriyê de li ser asta wezîrên berevaniyê kiribû.

Aliyê Sûriyeyê vekişîna artêşa Tirkiyeyê ji nava axa xwe wek şertê asayîkirina pêwendiyan datîne. Aliyê Tirkiyeyê red dike bi mercên pêşwext danûstandinan bike.