Pênc amûrên şûştina gulçîskan ji bo bajarkê Koyeyê hatin dabînkirin

Saman Berzincî
Saman Berzincî

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê radigehîne, “Wekî çareseriyeka demkî, pênc amûrên şûştina gulcîskan bi bihayê 92 hezar û 500 dolaran ji aliyê rêkxistineka xêrxwaziyê ve û bi arîkariya Birêveberiya Giştî ya Tîmên Tendirustiyê yên Koye û Hewlêrê hatin dabînkirin”.

Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Saman Berzincî îro (Duşem, 5.2.2024) di kongireyekê rojnamevanî de ragehand, “Di dema borî de wê pirojeyê li çend bajar û bajarkan li ser astê Îraqê arêşe hebûne, niha wekî çareseriyeka demkî pênc amûrên şûştina gulcîskan bi bihayê 92 hezar û 500 dolaran ji aliyê rêkxistineka xêrxwaziyê ve û bi arîkariya Birêveberiya Giştî ya Tîmên Tendirustiyê yên Koye û Hewlêrê hatine dabînkirin û karîne vî senterî dabimezrînin”.

Wezîrê Tendirustiyê herwesa got, “Em îro dilxweş in ku nexweş ji bo cara yekê çareseriya şûştina gulçîkan li vî senterî werdigirin, li şûna ku bên nav bajarê Hewlêrê”.

Her dîsa amaje da, “Ez dixwazim bibêjim ku nêzî 46 nexweşan li nav bajarkê Koyeyê û gund û komelgehên vê deverê hene ku divê her roj ji bo wergirtina çareseriya şûştina gulçîskan hatiban nav bajarê Hewlêrê”.